BERGIRÎ Û XWERAGIRTIN DI HELBESTÊN HEMESEÎD HESENÎ DE

19-11-2003 19:33

*  Ev lêkolîne di kovara NÛDEM hejmar 19, sala 1996 ê de, belav bûye.

Xelîl Duhokî

Hemeseîd Hesen, helbestvan, rexnegir û welaparêzekê navdarê Kurdistana baþûr e. Bi kurmanciya jêrî (soranî) û bi tîpên erebî dinivîse. Ev e ji bîst û pênc salan pêtir e helbestan divehîne û her wesa rexnegirekê bi nav û deng e û bi çendîn pirtûkên wî, baþtrîn gewahiyên vê rastiyê ne.

Ew wek tevaya xelkê Kurdistana dagîrkirî, di nav þer, kuþtin, sutin û wêrankirinê de, mezin bûye. Dema firokên dijminî, gund û deverên welatî bombebaran dikirin, ew zarok bû. Dîmen û karesatên hîngê, ji ber çavên wî winda nabin. Aþkera ye, her kesê agehdarî rewþa Kurdistana baþûr, baþ dizane, ku ev e serê sîh û pênc sala ye, ev beþe dihête wêran û xopankirin. Lewre wî zaroktî, xortanî û tevaya salên jiyana xwe di gel van kawdanên aloz û rûdanên dilþewat borandîne. Wan bublatan rihên xwe, kûr di dil û mejiyê wî de, kolayne. Vê çendê jî, bi berfirehî di helbestên wî de, serî hildayne. Lewre, Fehed Gerdewanî, nivîskarî û helwêstên wî, hosan destnîþan dike:" Hemeseîd Hesenî, rijêma Îraqê, baþ naskiriye. Ji ber hindê jî, ew wan, bi xwendkarên Hêtlerî li qelem dide."(1)

Xuya ye ku, her çi hukumetên dihatine Îraqê, kevneperist, þofînist û li dij demokasiyê bûn. Her çend hindekan li jêr gurzê xebat û qurbaniyên gelê kurd, piþkeka mafên wî erê dikirin, lê her dema ew hukumet bi hêz biban, dîsan lêve dibûn û li dij dirawestan û pîlanên genî dadinan. Nemaze hukumeta beisa faþîst, ku mezintirîn karesatên Kurdistana baþûr, bi destên çepelên wê hatine encam dan. Belê, zulma dijmina gelek bû, nexasime beramber texa hejar û tepeseran. Li ser vê çendê, Fazil Caf dinivîse:" Hemeseîd Hesen, bi zimanê xwe yê dewlemend, basî xoþewîstiya Kurdistanê, têkoþîna xelkê wê û xebata karker û hejaran dike."(2)

Sitem berdewam e û mafên mirovê kurd di bin piya ve didin. Lewre edebê bergirî û xweragirtinê, ji dayik dibe. Gelê kurd jî, mîna tevaya gelên bindest, li dij hukumetên hov û dirrinde, xebat kiriye, lê mixabin hêþtan rizgar nebûye û negehiþtiye armancên xwe yên pîroz. Lê li ser xebat û qurbaniya berdewambûye. Hemeseîdî li dij rijêmên hov nivîsiye û çi car serê xwe neçemandiye. Ew yek ji helbestvanên bergiriyê ye û li ser vê çendê jî, Sirwe Ezîz dinivîse:" Hemeseîd Hesen, helbestvanekê navdarê bergiriyê ye. Ew di nivîsîna helbest û babetên rexnê de, xwedan rêbaza taybetiya xwe ye." (3)

Min berê jî, Hemeseîd dinasî, lê nasîn û têkelyên me, di sala 1979-an de, pêtir û bi hêztir bûn. Belê, di wê salê de, li bajarê Silêmaniyê, fêstîvala du yê ya helbesta kurdî çêbû. Hîngê dijminê faþî, bi sedan gundên Kurdistanê diþewitandin û rojê bi dehan xortên kurd jî, di zîndanan de, li ber ezyet û eþkencê þehîd dibûn. Lê li çiya û deþtên welatî, pêþmergên qareman þerê rizgarî û xweparastinê dikir û di bajaran de jî, nivîskarên kurd yên welatparêz, helbestên þoriþgerî û berxwedanê dixwendin. Erê, di wê fêstîvalê de, wî helbeteka xwe xwend û esmanê bajarî, ji peyv û ristên bergiiyê pirr kir. Agir li bin pên dijminî hilkir û rihên xweragirtinê jî, di dilên xelkê de, kûrtir kirin. Belê, wî li ber çavên dehan sîxur, kirêgirte û berpirsên dijminî, helbesta xwe, bêtirs û bê ku bihayekê bide wan, pêþkêþî xelkê kir. Ji ber helwêstên wî yên li dij faþiyan û ji ber wê helbestê jî, çendîn cara rakêþane dezgeha asayiþê û jê re digotin: " Te ji me re gotiye, ku em neviyên Hêtlerî ne. Li ser vê çendê, kuþtina te rewa ye. Lê ta ku te nehirrifînîn, te nakujîn, çinku em naxazîn palewanan dirust bikîn."(4)

Ew di helbesta xwe de, pîlan û nexþên dijminî xuya dike, xelkê jî hiþyar dike û paldide xebatê. Ew bajarê Helebce, bi Xezzeyê Felistînî, diþibihîne. Ew bi dilekê þewitî û bi ruheka þoriþgêr, zarokên kurd paldide, ku polîsan kevirbaran bikin û dikandar jî, dergeha bi rûyê wan de, bigirin. Ew pêþbîniyê dike, ku eger kawdan bi vê rewþê biçe, hîngê wê tevaya gundê Kurdistanê mîna gundê Jêrnîka Ispanî, wêran û kavil bin. Ji xwe piþtî çend salan encam jî, wilo bû. Ew dide xuya kirin, ku Seddam jî, xwendkarekê Hêtleri ye û Zehakê çerxê bîstê ye. Rojê mejyê dehan xortan dide marên hinavên xwe û her têr nabin. Lê li dawiyê bawerî heye, ku roja geþ li pêþ e û gelê kurd dê gehe armanên xwe yên pîroz. Ew di helbesta xwe ya serketî û bi hêz de dibêje:

DEMA BAJARÊ STÊNGA DIAZIRE

Helebce Xezza xembar e û
Zarok polîsan kevirbaran nakin.
Dikandarên Dokan,
Bi rûyê postalan de, nagirin.
Silêmanî Soyoto ye û
Xortên wî bersîngê sîxura naçirrînin.
Tevaya gundên Kurdistanê,
Çaverêy encama Jêrnîka ye.
Kovar û rojname, ajansa deng û basan jî,
Di guhên gay de, razaye!
Azirya ye.
Bajarê stêngaye û azirya ye.
Her xwendkarê xwendingeha Hêtleri ye
Girrê wî li vî cihî alya ye.

Stêngên har
Bi vî sinûrî jî razî nabin
Bapîrê wan nexþe kêþaye.
Li cem wan weye:
Dîrok erebaneye û bi arezûya wan
Dê bi paþ de çit û ev kare rewa ye.(5)

* Xezze : Bajarekê ereba ye li Felistînê. Li wêrê zarokan polîsên
Israîlê kevirebaran kirin.
* Soyoto : Bajarekê Afrîka jêriye, xelkê wî þoriþgerin û di gel
Mandêlay xebateka gerim dikirin.

Kartêkirina vê helbestê li ser xelkê û pêþmergan gelek bû. Lewran peyvên mamosta Piþkoy, ku hîngê li devera Silêmaniyê, berpirsekê pêþmergan bû, cihê sirincê ne. Ew dibêje:" Ev helbeste, yekem þêlka gullên edebê bergiriyê bû ku, bi rûyê dagîrkeran de teqî. Wî demî vê helbestê, hêz û germiyek xiste dilê þoriþgerên bajar û çiya. Dema kasêta wê gehiþtiye bingehên me, di demekê kurt de, dilê pirraniya pêþmergên hiþyar, ji bo xwe kire hêlîn.(6)

Belê, zîrekî, hiþyarî û pêþbîniyên Hemeseîd Hesenê helbestvan, cihê xwe girtin û xuyabûn. Çinku piþtî hîngê bi demekê kurt, li çendîn bajarên Kurdistanê, xwepêþandan çêbûn. Zarokan polîs kevirbaran kirin, dikandaran, dikanên xwe bi rûyê postalan de, daxistin û xortan jî, bersîngê sîxur û kirêgirtan girtin. Her wesa mîna bajarê Jêrnîkayê, bi sadan gundên din jî, dijminê hov þewitandin û wêran kirin. Belê, faþiyên Îraqê, ji torinên Hêtlerî jî, dirrindetir bûn û Kurdistan di xwînê werkirin. Rûdan û karesatên çekê kîmyawî li Helebce, Balîsan û Gelyê Bazê û heta digehe reva mezin, ji bîr naçin û birînên wan kûr in. kûr in. kur in di dilên gelê me yê hejar û bêxwedî de. Erê, ji bo helbesteka howan, dibe mirov hatiba kuþtin. Lê dijminî ne dixast bi eþkerayî wî karî encam bide, lê diviya welatparên kurd bi riyeka wesan berzeke, ku kes pê nezane yan jî li ber xelkê windake. Ji tirsa girtin û kuþtinê, ew neçar dibe, ku Silêmaniyê bi cê bihêle û qesta çiyayên asê û bilind bike, di nav rêzên þoreþa kurdî de, xebata xwe bidûmîne.

Wî bawerî bi rêbaza edebê riyalîzmê heye, lewre ew pêtir giringiyê dide naverokê û dixwaze bi nêzîktirîn rê, xwendevanî bigehîne mebestên xwe. Lê formê jî, ji bîr nake û helbestên xwe bi aþopa berfireh, mosîka þiirî, menelog, diyalog, wênên ciwan û zimanekê rewan dixemlîne. Ew di hevpeyvîneka xwe de, dibêje: " Huner bi giþtî ku ( edeb piþka here giring e) divê xodîkeka rastgo û zîndî be, hemî aliyên jiyanê nîþan bide. Ew hunerê ji jiyanê xerîb be û giringiyê nede çarenûsa mirovî, hîngê wî çi rolek nabe. Hindek wesan hizir dikin ku, awirdan li azar û xemên rojaneyên xelkê, ne karê nivîskari ye, lê ez bawer dikim, ku ew nivîskarê li ser rêbaza riyalîzmê neçe, ne li welat û ne jî li welatê biyaniyan, dikare hebûna xwe misûger bike." (7)

Belê; helbestvanê rastgo, peyama þoriþgeriyê digehîne xelkê. Ew helbestê dike tiveng û fîþek, dike nan û av ji bo têhnî û birçiyan, wire û hêza wan bilind dike û wan ber bi hiþyarbûn û xebatê dibe. Di vê qonaxa aloz û dijwar de, gelê kurd pêwîstî bi van helbestan heye. werin bi hevre wê bixwînîn:

PEYMAN

Ger we zanî helbesta min
Ji kûratiya jan û xemên we derneçû.
Hest bi birçîbûna we nekir,
Ji hêza dest û lepan nebû.
Ger we zanî helbesta min
Helperrist e, tirsinok e.
Di bingehê çewsîneran de,
Dilerze û li ser çok e.
Ger we zanî helbesta min
Di gel rabûna caddê, sirûda we nevegêre.
Di gel yekem hêriþa we,
Sîngî nede ber gulla û dilî pê re.
Ger we zanî helbesta min
Þehê destê filan keça dewlemendaye.
Bi porê dirêj û sistê nazenînekê ve girêdaye.
Ger we zanî helbesta min
Çeperê we bi cê hêla,
Sexmerat þerab, jin û para.
Her çi helbesta min gotibe,
Mîna gunehkarekê mezin
Helawîsin, gerdena wê li sêdara.(8)

1975

Ew çend sala di nav rêzên parta komonîsta Îraê de bû, lê ji ber nakokiyên siyasî, her zû jê dûrket û wek kesekî çep di bajar û çiya de, xebaa xwe dikir. Wî bawerî bi hêza karker û zehmtkêþa heye û berevaniyê jê dike. Lewra çendîn helbest ji bo wan vehandîne. Çinku ew dizane, ku hêz û berhemên wan diête xarin û ew kar dikin, lê xuha eniya wan ji hindekên din re diçe. Ew riya xwe ya pirr asteng û kelem diþeqîne û hêþtan bê rawestan , ji bo bicêanîna armancên hejaran xebat û bizaveka gerim dike. Di vê helbestê de, rewþa xelkê bindest û rêncber pêþçav dike û xemên wan destnîþan dike.

WIÞÞÊN

Gula kirasê li ber te,
Xwîna geþa hevalê min yê karker e.
Parçên tirumbêla te ya xweþik,
Tiliya qutkirî, destê birriyê,
Endamên din yên laþê hevalê min yê karker e.
Binaxê koçka te ya bilind
Li ser laþên hevalên min yên karker ava kiriye.
Ew hêska di nav de dileyizî
Vizzêna xwîn û dengê dilê karkeran
Awazê wê vehandiye.(9)

Dema mirov helbestên wî dixwîne, xuya dibe ku ew diçine xana edebê riyalîzma sosyalîst. Lewre berhemên wî jî, rengdana hizir û bîrên karker û hejara ye. Ew mîna edîbên tirsinok xwe di bin perda tem û mijyê de naveþêre. Belku; bi hemî hêza xwe diête meydanê û her çi ji bo wê çînê pêwîst be, dibêje û helwêstên þoriþgêre jî werdigire. Ji ber hindê jî, heza hejaran zêde dike û kerba dijminan pêtir dike. Lorka dibê: " Pêwîst e hunermend di gel girîn û pêkenîna gelê xwe be."

Wî bawerî bi vê pirinsîbê heye û dibê: " Gelê kurd di qonaxeka sext û dijwar de dibûre û nabe nivîskarên wî li benda hindê bin, ku li ser berhemên xwe bijîn. Belku, divê bêtirs binivîsin û çaverê sergêjiya bin û li ser berhemên xwe bêne kuþtin. Nabe nivîskar saxte û saziþê bike. Eger nivîskaran jî, serên xwe þûr kirin û ya pêwîst negotin, êdî kî rastiyê destnîþan bike!." (10) Belê, ji ber gotina rastiyê û helwêstên xwe toþî çendîn giriftariya bûye. Ew di helbesta xwe de, berevaniyê ji çîna hejar dike. Wan hiþyar dike û ber bi xweragirtin û serhildanê dibe. Her çend hêþtan yên mîna Holako, Cengîzxan, Hêtler û Sedamî li dinê mane û sitema xwe didûmînin, lê hêz û xebata hejaran, kela û koçkên wan biherifîne.

PÊLA CADDÊ

Di hiþke keleka textê sultanê mezin û biçûk de
Laþê hezaran hejara rêzkiriye.
Holako saxe,
Hêtler maye û Cengîzxan hatiye.
Lê hêþtan toza goristanê li ser kargeha raxistiye.
Bêhna xwînê cadde girtiye.
Hejarîno:
Kengî agirdanê hinavên we dê geþ be?
Kengî ewrê bêhna hewe dê deng be?
Kengî barana we dest pê dike?
Xena xwînê ji bo dest û tiliyên
Boka demsaleka nû virê bike?
Kengî dê dest dine qamçiyê?
Kengî hespê rabûna we,
Dê gehînit mizgîniyê?(11)

Hemeseîd, wî dîwarê di navbera helbest û xelkî de, diherifîne û dixwaze wî agehdarî tevaya giriftarî û aloziya bike. Wî divê mebestên xwe bigehîne cemawerê rût û hejar. Ji xwe ew ji bo wan dinivîse û rolekê di guherînê de jî dibîne, çinku têdigehe, ku edeb çekekê çînayetî û hoyekê xweragirtin û palvedanê ye. Di vê helbesta xwe de, basî rewþ û kawdanên jiyana rojaneya xelkê dike, ku çewan dibin sitem û zulma faþiyan de dinale. Dixwaze rûdanên diltezîn û birînên gelê kurd, nîþana mirovatiyê bike.

PIRS

Eger navên hemî teyrên,
Di Kurdistanê de, dên û diçin
Ji zarokên kurd bipirsî
Ew nizanin.
Lê eger pirsiyara navên tevaya
Çekên li gund û bajarên
Kurdistanê bi kar tên bipirsî
Dê hemiyan bêjin.
Eger ji zarokên kurd
Navên serokî li xwe kirîn, bipirsî
Ew nizanin.
Lê dê navên tevaya qesabxanên bi fermana
Serokî ava bîn, bêjin.
Eger navên karesatên Kurdistanê
Ji zarokên kurd bipirsî:
Ew dê bêjin:
Yekem: Karesata Helebce.
Duyem: Jehirkirina nanê xelkê miþextê Badînanê.
Sêyem: Veguhaztina Piþderê.
Çarem: Dola Mirinê li bajarê Silêmaniyê.
Pêncem: Birrîna zimanê ( tirkê çiya).
Þeþem: Kemera keska welatê Þamê.
Heftem: Dozexa li bin sîbera rihên Îmamî.(12)

1989

Ew zulm û ezyeta dijminê faþî li ser gelê kurd dikir, ne Hêtlerî û ne jî Holakoy kiriye. Rojê bi dehan gund diþewitandin, kaniyên avê digirtin ta ku kewal û tewalên Kurdistanê jî, mifay jê nebînin û ji têhna bimirin. Her dema yekê nerazîbûna xwe diyar kiriba, yekser gullebaran dikirin. Lê welatparêzên kurd bi vê çendê razî nebûn. Xortên kurd xebat pêþde birin û ji encama hindê, zîndanên dijminî tijî bûn. Pêþmergên qareman jî, þax û çiyayên welatî , kiribûn gorristana faþiyan. Belê, di vê riya pîroz de, bi hezaran kurd, zarok, jin, kal û xort þehîdbûn û bi xwîna xwe ya paqij, dara azadiyê avdan. Ew di gelek helbestên xwe de, basî rola wan þehîdan dike, ku mîna mêrxasan diçûne ser sêdara. Helbet dê dîrok rûpelên zêrîn ji bo wan xemlîne. Wirin vê helbestê bixwînin.

JIYANEKA BÊ DAWÎ

Bo þehîd Ekremî.

1
Di serdemekê tarî de,
Yekem stêr çavê te bû.
Yekem dilopa baranê,
Xwîna te ya rêtî bû.
Yekem biþkoja li benda geþbûnê,
Rûyê evîna rasteqîneya hetava te bû.
Yekemîn pêþmerge bûy û te yekem çeper helbijart.
Yekem nama agirî, te bo himbêza
Sar û bêdenga tepeseran hinart.

2
Ez dizanim yê têhnî, çend dil li cem av ye.
Pel çend hogirê takiye.
Lasê çend Xezal diviya
Pelatînk çend þeydaya gulê ye.
Lê kî dizane
Te çend texa karkeran xweþ diviya?
Lê kî heye bikare
Di navbera evîna te û hejaran de,
Sinûran deyne û bikuje hêviya?(13)

Li çi cihê sitem hebe, ew li dij radiweste. Çinku ew mirov e û berevaniyê ji mirovatiya bindest dike. Her çend bi sedan hezar kurdên bêguneh derbeder bûne û di bin çadir û xîvetên xerîbiyê de dijîn, lê ew rewþ û kawdanên gelên din jî, ji bîr nake.Dilê wî di gel milltên Felistînî, Sodanî, Erjentînî û tevaya tepeserên cîhanê ye. Ew xem û azarên gelê xwe, di yên gelên din de dibîne û girêk û aloziyên hemyan bi yek dizane û divê ji bo hindê, xebateka gerim û bê rawestan bête kirin. Sitem û tedayê li her aliyekê dinê bête kirin, ew çend dilê wî digivêþe û derdên wî miþe dike.

NAV Û NÎÞANÊ JI BO VÊ HELBESTÊ BIBÎNIN

Ji min ne pirse: Min kî xweþ divê?
Ji min ne pirse: Min kî xweþ diviya?
Ji min ne pirse: Kerba min ji kê ye?
Niha kîna here mezin,
Min ji wî ye, yê min diperist.

Dema mista hova pasewanê dijî asoyê
Mîna kirmê xwînmij, hewara we diqetîne.
We bêdeng dikin û
Hizir dikin ku guhên kesê nahejîne.
Di wî demî de, xem bizmarekê geniye û
Xwe di hinavên min de diçeqîne.
Her Pêxemberê dilsoze dengê dilêrê we diîne.
Di çadira xêzaneka miþexta
Telelzeitera xweragirtinê de
Zarokekê þadî nedîtî
Dilê wî bo cara dawiyê lê dide
Tenê ji bo hindê, lêva wî
Xwe li qurçeka avê nade.(14)

Dema þoreþa kurdî, di sala 1975 ê de, þkestî. Perdeka reþ xwe avête ser Kurdistanê. Bêomêdî û reþbînî di nav xelkê de peydabû. Faþiyên Îraqê jî, dest bi pîlanên xwe yên çepel kirin. Xelkê bêçare û bêguneh, veguhaztine deverên jêriya Îraqê û bi dehan bi dizîve jî kuþtin. Dijminî wesan hizir dikir, êdî þoriþ li Kurdistanê ji dayik nabe û dê gelê kurd di bin postalên leþkerê xwe de, hirriþîne. Belê, herçar aliyên Kurdistanê bi dijminan dagirtî bû û hemî rijêmên dagîrker, pîlan û nexþên kirêt, li dij gelê kurd dadinan. Lê ji nav agir û mirinê, bi dehan xortên aza, derketin û dîsan dest bi þoriþê kirin. Yek ji wan qareman û jêhatiyan, dilsoz û evîndarê gel û welatê xwe Aram bû. Wî bi destekê tiveng û bi yê din jî qelem helgirtibû û li çiya û deþtên Kurdistanê, mîna kewa diqebî. Lê sed heyf û mixabin zû kete bosên dijminî û þehîd bû û gehiþte karwanê nemiran. Belê; Hemeseîd di vê helbesta xwe de, wî bi bîr tîne. Xebata wî bi ya Fehedî, Kenefanî û Gîvaray ve girê dide.

EW TEYRÊ KEHÎ NEBÛY

Bo þehîd Aram

1
Li payîzê, te gulên sûrên buharê
Qefte qefte civandin û cardin
Çiyayê wêrankirî, kire guldan.
Te azarên karkeran û kolanên reþ û rûta
Kirine piþtî û cardin
Te qesta mêrga kir û bûye dostê çiyan.

2
Çavê min li te ye
Rêwiyekê sersextî û di vê þeva tirsinak de
Li kopekê bilind, yekem momê heldikî û dideynî.
Çavê min li te ye
Delîvê nadî gurg bêhnekê tena bibin,
Li her bosteka erdî.
Tovê vulkaneka nû direþînî.(15)

* Aram: Sekreterê Komela Rencderanî Kurdistanê bû, di roja 31.1. 1978 ê de, li gundê Tengîser, devera Qeredaxê þehîd bû.

Edebê bergirî di senger û çeperan de, diête nivîsîn. Di nav þerî de û di gel hêriþ û pelamardanê, ji dayik dibe. Lê edîbê bi doza xwe ya adil ve girêdaybe, ew di welatên xerîbiyê de jî, di gel xem û azarên gelê xwe dijî. Çinku ew bo xweþî û keyfê nehatîne dervey welatî, belku; rewþa aloz û kambax ew neçar kirîne. Hemeseîd, li welatî û li derve jî, rastgo bûye û di pirsa gelê xwe de helyaye. Wî di bajaran, di çiyan û di ewrupa de jî, xebata xwe kiriye û efrandinên wî hebûne. Ji ber vê çendê jî, helbestên wî zû diçine di dilê xelkê hejar de. Wî berdewam helwêstên rasteqîne hebûn û li ser hindê jî, çendîn caran toþî serêþî û giriftariya bûye. Ew dibêje: " Neku ez bê nivîsîna helbesta najîm, belku; þiir ji mêje ye ku, gefa û hêriþa li min dike. Ev e çira ez dest ji helbestê bernadim? Ji xwe çi nemabû, faþiyên îraqê li ser ( Helebce xezzey Xemnak e) û axa jî, li ser ( Helbest Helwêst e) dawiyê bi jiyana min bînin.(16) Bi rastî jî, helbest li cem wî helwêst e.

WÊNE

Bîst û çar sal bû
Li seranserî welatî
Polîsan wênên diktatorî
Li dar û dîwaran
Li kevir û sîngan dabû
Lê gava tirarê xelkê pirr bû
Sultanê tirsinok.
Li ber pêla azirîna xelkê
Kete ser çok.
Di çend saete û kêm dema.
Wêneyekê ne dirryayê serokî
Li tevaya welatî nema.(17)

1989 Ew mirovek e û evîna mirovatiyê di kûratiya dilê wî de ye. Li cem wî jî, " mirov mezintirîn sermaye ye." Ew ji bo tevaya mirovatiya jêrdest dinivîse. Derd û xemên wan himbêz dike. Belê, dehan sal e welatê Felistîniya - mîna yê kurda - dagîr kiriye û sitemeka mezin li wan diête kirin. Her çend helwêstên aliyekê hêzên wan bermber pirsa kurdî lawaz û ne di cê de bû, nemaze di serhildan û reva mezina kurdên baþûr de û bi dehan xebatkerên kurd jî, di nav rêzên wan de, þehîd bûn. Lê dîsan jî, zulim li her aliyekê dinê bête kirin, divê xelkê þoriþgêr li dij be, bi taybet milltên tepeser û welat dagîrkirî. Helbestvan, li ser xwe dibîne ku, berevaniyê lê bike. Ew zîrekane kovanên gelê Felistînî dest nîþan dike û kevrên destên zarokên wan dike top û fîþek û bi navçavên dijminan de, diteqîne.

ÇEND RÛPELEK JI DEFTERA DILÎ

Ey zarokên kevir di destan:
Berî hevdu bibînîn bi çavan.
Yekemîn kevir, yekem nûçe
Min hûn viyan.
Evîna we:
Ji berfa ser kopê Qendîlî paqijtir e.
Þerê hewe:
Ji tevaya rûpelên dîrokê geþtir e.
Evîna we, pêþemanî li pey nîne
Ger di vî þerî de þkestin
Ez dê bêjim: Xudê nîne.(18 )

* Qendîl: Çiyayekê bilind û asê ye, dikeve nava kurdistana jêr destê Îran û Îraqê.

Ne ew serê xwe ji bo dijminî diçemîne û ne jî, bi fît û fermana sultanan dinivîse. ew nabe zirna û boqa çi hêzên siyasî jî. Lewran ew dibêje:" Dema ez dinivîsim, berjewendî, siyaset, partî, rijêm û sultanekê li ber çav nagirim. Ez dizanim helbest hokarekê mezin nîne ji bo nehêlana rijêmê û herrifandina kela sultanî, lê dikare tiliyê di çavên çewsîneran de bike. Ez jî mîna ( Hêrman Hîse) wê çendê pesind dikim ku, bi destên faþîstan bême kuþtin, neku bibime faþîst." (19) Belê, di gel ax û nalînan mezin bûye û her çi zulm û sitema faþiyên Îraqê heye, dîtiye û li dij jî, xebat kiriye û helwêstên þoriþgêrane wergirtîne. Ew di vê helbesta xwe de, bi vî rengî seng û rola helbestê dest nîþan dike. * Hêrman Hîse: Nivîskarekê Elmaniyê bi nav û deng e. Xelata Nobilê wergirtiye û li dijî faþiyan nivîsiye.

YAXÎBÛN

Masî kengî guh dide
Sinûrê ava nav welatan.
Ba kengî guh dide
Sinûrên erdê navbera welatan.
Ewir kengî guh dide
Sinûrên esmanê nav welatan.
Helbest kengî guh dide
Yasa çêkiriya sultanan.(20)

1991

Rewþa kambaxa welatî, sitem û ezyeta dijminê hov, ew neçarkir ku, ji kurdistanê miþext bibe û bikeve kolanên xerîbî û namo bûnê. Mezinan rast gotiye:" Kevir di cihê xwe de bi seng e." Lewra dema yek ji neçarî welatê xwe dihêle, ew dikeve ber hing û dingên xem û azaran. Xerîbî dilê wî diçirmisîne û jiyanê lê tal dike. Ew dibêje:" Nivîsînê li bajar û li çiyay jî, ji serêþiyê pêve, çi ji bo min neaniye. Lê li vêre, li vê xerîbî û dûriyê, roj nîne kotira xeyal û aþopa min, nefirre û neçe welatî, binarê Gwêje. Bi þev û roj, xewnan bi Kurdistanê ve dibînim. Ji ber hindê jî, li dûriyê, di gel tevaya tiþtan xerîb û namo me. Nivîsînê jiyana min ragirtiye û bi nivîsînê dijîm û hebûna xwe diparêzim. Eger min nekarîba binivîsim, min wê nekarîba bijiyama."(21) Ew di vê helbestê de, xem û derdên dûriyê divehîne. Kurdistan bi hemî xweþî û tehliyên xwe ve, di dilê wî de ye.

* Gwêje: Nêzîktirîn çiyayê bajarê Silêmaniyê ye.

STÊR

Ji Þarbajêrê sext û asê.
Ji binarê Segirmey,
Dema çend mîla ji dilê Kurdistanê
Dûr diketim, bê min bivê.
Hemî þevê: Çirayên esmanê Silêmaniyê
Kaniya þêliya dilê min geþ dikir.
Sirinca min, her li cem wê ronahiyê bû
Heta çavên min diwestan û xewê dilê min dibir.(22)

* Þarbajêr: Devereka berfireh e li parêzgeha Silêmaniyê.
* Segirme: Çiyayekê devera Qeredaxê ye li parêzgeha Silêmaniyê.

Her çend ew bi evîna welatê xwe ve girêdaye, lê carna evîna þox û þengekê jî, wî dihejîne û þevên wî têk dide. Ew mirovekê hest nazik e û ciwaniya keçekê, wî gêj û sewdaser dike. Ji xwe eger mirov evîndarekê rasteqîne nebe û di derya çavên rindekê de, ne xeniqe, ewê çewan kare vê helbesta nazik bivehîne.

ÇIRÎSKEK JI TÎRÊJA RINDIYA XUDÊ

Qafkê dilî:
Gula viyana te tê de ye.
Xodîka çavî:
Ruxsarê nûraniya te tê de ye.
Diya guhên min
Li benda pispiseka lêvên te ye.
Gola laþê min:
Masiya giyanê te tê de ye.
Evîna min:
Gulek e çi car naçirmise û hiþik nabe.
Dêmê te:
Tîrêjka Xudayî ye.
Ava nabe.
Eger ronahiya evîna te
Ji asoya bûna min winda be
Jiyana min tarîstan e û geþ nabe.
Baran ji ewran dizê
Yan tem û mij ji avê tê?
Tu ji diya evînê bûy?
Yan diya evînê ji te bûye?
Min bawerî bi yek yasa pîroz heye:
Yasa evînê.
Min bawerî bi yek hêz heye:
Hêza bilinda evînê.(23)

1995

Hemeseîd Hesen, þoriþgerekê çep e, kurd û Kurdistan di dilê wî de ye û jiyana wî dagirtiye. Çinku sedan sal e, sitem û tadayî li gelê wî diête kirin û welatê wî jî diþetînin. Lewre ew neçare berevaniyê jê bike. Dijmin dixwazin navê kurd ji nexþeya cîhanê derînin û binax bikin û ji bo vê armanca genî pîlanan dadirêjin. Belê; gelê kurd ji du aliya ve, diête çewsandin. Ji aliyê netewî ve, wek kurd û ji aliyê çînayetî ve, wek karker û hejar. Ez bawer dikim ku, dema edîbekê kurd li dijî xwînrêjekê ereb, tirk û faris, helwêstekê wergire û li dij binivîse, ew wê çendê nagehîne ku, ew edîb li dij wî gelî ye. Gelê kurd qerzarê dehan ronakbîr, siyasî û edîbên mîna Îsmaîl Beþikçî, Hadî Elewî û Meîn Besîso ye. Wî welatê xwe xweþ divê û her kesê wilo neke, ew nikare hez li yên din bike. Ji ber hindê jî, Hemeseîd, di evîna welatê xwe de helyaye.

DÎMENÊ DAWIYÊ

Ez dizanim rojekê,
Destê mirinê dê dergehê min hejîne.
Ez çaverê me û min çi tirs nîne.
Lê ji hindê ditirsim:
Dema mirin dibe mêvanê min.
Ew rûyê dawiyê dibînim, yê te nebe, welatê min.
Ji hindê ditirsim:
Berî çavên xwe deynime serêk,
Yê dibînim
Dêmê rindê
Gund, çem
Çiya, quntar
Deþt, binar
Qefteka gulên te yên sûr nebe
Ey welatê min. ( 24)

1992

Wî bawerî bi hindê heye ku, dibe edîb bi giþtî û nemaze yê kurd, rastgo be û derew û saxta li cemawerî neke, yan jî ji bo berjewendiyên xwe yên kirêt û çepel, xelkê ne xapêne û di serda nebe. Divê ew berevaniyê ji rasytî û edaletê bike, neku mîna hindeka bibe zirna û deholê ji bo wan lêbidin. Heta niha jî xelk tif û laneta li Izra Pawendî dike, çinku berevanî ji faþîzmê dikir û her wesa li Ebdulrezaq Ebdulwahidî dikin ku, ji bo rijêma Saddamî dinivîse. Ji mêje Feqiyê Teyran gotiye:

"Ez naçim dîwanê mîra
Nabim þarûrê koçk û sera
Bira li min xen kêr û xencera
Feqiyê Teyra tengezarê dila
Hebûne degbêj û þaîr
Bi rûh û dil va pirr feqîr
Mîr û bega ra stirane
Bê qîmet û melûl mane." (25)

Belê; pêwîste edîb xodîka geþa xem û kovanên cemawerî be. Wek Nazim Hikmet dibêje:" Di vê mirov biçewite, da ku ronahiyê bide xelkê din." Ew di vê helbesta xwe de, li ser rewþa du þairan dinivîse û helwêstên wan jî destnîþan dike.

CIYAWAZIYÊN ME

Ez û tu herdu jêrfermanîn
Tu li ber bingehê partiyê
Ez li ber bingehê rastiyê.
Ez u tu herdu bi fermanê dinivîsîn
Tu bi ya Xudayê partiyê
Ez bi ya Xudayê Helbestê.
Ez u tu herdu guhdarîn
Tu bo banka berîkê
Ez bo hewara wîjdanê.
Ez u tu herdu
Li benda xelatî ne
Tu yê Mîrî
Ez yê tepeseran
Ez u tu herdu, helbestvanîn
Tu di dîwanxanê de
Ez di derbederiyê de.(26)

1992

Sitem û zulma li ser gelê kurd diête kirin, bê sinûr e. Dema firokên dijminî, gund û bajaran bombebaran dike, ew cudayîyê di navbera zaro, xort, pîrek û kalan de, nakin. Ew ter û hiþkî bi hevre diþewitîne. Ji ber vê çendê jî, ne her zelam xebatê dike, belku afreta kurd jî, rola xwe dilîze, nemaze di van salên dawiyê de. Afreta kurd, di nav rêxitinên siyasî de û di nav rêzên pêþmergan de, li hemî aliyên Kurdistanê, xebat û bizavê dike. Wê pîlanên dijminî têkdayne û di nav xwepêþandan de jî, berevanî ji doza xwe kiriye. Belê; nimûnên afreta serbilinda kurd gelek in. Leyla Qasim, li dij faþîzma Îraqê dixebitî û di sala 1974 ê de, li bajarê Bexdayê, li sêdarê dan. Sinewber di sala 1982 ê de, di xwepêþandana bajarê Qeladizê de, hate gullebaran kirin. Zekiya Alkan di sala 1990 ê de, li bajarê Diyarbekrê xwe þewitand û bi laþê xwe yê nazik agirê nevrozê geþ kir. Lewre hemeseîd, rola afreta kurd dizane û ji bo wê jî, helbestê divehîne. Ew di vê helbesta xwe de, basî rola keça kurd Sinewberê dike ku, li pêþiya xort û keçên bajarî, li dij dijminên faþî dipeyivî û diroþmên þoriþ û xweragirtinê bilind dikirin.

SINEWBER

Ho ciwamêrê Girê Yarê
Agehdar bûy, vê buharê jî
Carek din,
Sîngê keçan metal bû
Bo þêlkên barana gullan?
Agehdar bûy,
Leþkerê xwînmij,
Yê berbûye laþê vî bajarî û hemî cihan?
Agehdar bûy,
Xortên hêja, li caddên bajarî
Þeytan dane ber kiviran?
Agehdar bûy,
Coka xwînê, ji binarê Seywanî re
Bi lez dihat, ber bi bajar?
Çavên zarokan nîþanbûn bo
Hêriþa Xertelê har.
Ho ciwamêrê Girê Yarê
Ho Pîremêrd: Agehdar bûy,
Gerden ne ditirsa ji kêrê
Agehdar bûy,
Kela wireya Daye Amîn.
Bilind bû mîna kopê Sefîn.?
Agehdar bûy,
Tak û çiqên serê bilindê Sinewberê
Gehiþtibû beramber ewrî û dikir qêrîn.
Hezaran miþar û tevir
Bi bejna wê ve westiyan û ne birrîn.(27)

*Girê Yarê: Gora qaremanê kurd Mame Yare, Pîremêrdê helbestvan û gelek
navdar û jêhatiyên kurd di wî girî de, veþartiye.
* Seywan: Goristaneka bi nav û deng û mezin e, li bajarê Silêmaniyê.

Her çend ew wek helbestvanekê bi doza gelê xwe ve, girêdaye û ji bo çîna hejaran dinivîse, lê di van salên dawiyê de, nemaze dema gehiþtiye welatê xerîbiyê, carna dûrî û xemên giran, ruha wî digivêþin û toþî namo bûnû dikin. Bi rastî xerîbî dilê mirovê hunermend dixut û mejiyê wî dihêre. Mirov berdewam xwe bi tenê dibîne. Çinku kultura gelê kurd ji ya ewrupiya pirr cudaye û ew ji aliyê þaristaniyetê ve, dehan sala li pêþiya me ne. Lewre ne mirovê kurd dikare xwe ji kultura kurdî dûr ke û ne jî têgehiþtin û rewþa civata kurdan rê dide ku, mirov wek wan bîr bike û mîna wan jiyanê bi rê ve bibe. Ev giriftarî û astengên civatê dibine sedemên xerîbî û diltengiyê, û carna di navbera herdu kulturan de, xwe helawîstî dibîne û nikare biryareka rast û dirust bide. Ev çende jî, ruha mirovê nivîskar diêþîne û derdên wî miþe dike. Wî di vê helbesta nazik de, gelek zîrekane û hiþyarane, rewþ xwe dide xuya kirin. Ay mirov çendê bi tenê ye!

RÊWÎTÎ

Her dema
Bajarekê, welatekê dihêlim
Her dema
Digehime bajarekê, welatekê.
Karwanê xema
Warê hinavên min, pirr dike ji janekê
Hêþta li tevaya rawistgeha
Li hemî gerac, bender û firrgeha
Ne þoxekê, ez bi þêlkeka maça rêkirim.
Ne rindekê, ez bi qefteka gula himbêz kirim.
Niza çewan min bi sedan rêwîtî kirin û
Ez ji xema nemirim.(28)

1992

Lê roj bi roj mirov hest dike ku, xerîbî sertaserî aliyên jiyana wî dagîr dike. Bêzar û bê hêvî dike. Bawerî bi çi namîne û heta digehe wê çendê ku, naxwaze hevalekê jî, peyda bike. Bi rastî cihê daxêye ku, Hemeseîdê xweragir û pêþbînê hiþyar, pirr reþbîn bûye. Cîhana berfireh û miþt ji tiþtên xweþ, tarî bibîne û çi sînahiyê nabîne. Bixwînin:

Dijî heza min,
Ez havêtime di nav vê jiyana berteng de.
Bê hele û guneh
Neçar kirim, hemî jiyê xwe, bibûrînim.
Di nav zîndana jiyanê de.(29)

Ew di gelek helbestên xwe de, mîna ebesiyekê dinivîse ku, jiyanê pîç û bêmana dibîne. Ne giring e mirov bijî yan bimire! Hebe yan jî nebe. Werin da van helbestan jî bixwînîn:

Di vê cîhanê de, bi tenê me
Di vî kîþwerî de, bi tenê me
Di vî welatî de, bi tenê me
Di vî bajarî de, bi tenê me
Di vî xanî de, bi tenê me
Heta di vê jorê de,
Di nivînên razanê de jî, bi tenê me
Ez tenha di derûna xwe de, ne bi tenê me.(30)

Evro jî bê bihaye mîna:
Rojên jiyana min yên berê.
Evro jî bê bihaye mîna:
Rojên min yên dahatî!(31)

- Bo dinivîsim?
- Çinku nikarim bipeyvim.
Çinku riyeka din tune,
Ku ez heme, nîþan bidim.
Çinku riyeka din tune,
Ji jiyan û bûnê birevim.
Ez bo wan dinivîsim,
Yên ji min derbaz dibin û di gel min napeyvin.
Di ber wan re diçim û wan nabînim.(32)

Bêguman Hemeseîd Hesen, helbestvan û þoreþgerekê kurdê navdar e. Wî ne bes bi peyvan xebat kiriye, belku bi helwêstên xwe jî, di çeper û sengerên bergiriyê de, xweragirtiye û ji bo doza pîroza kurdî bizaveka mezin û ji dil kiriye. Ji ber hindê jî, çendîn car hatiye êþandin û li dawiyê jî, miþext û derbederê welatê xerîbiyê bûye.

Raste edeb dikare, rihên xebatê di dilê cemawerî de, kûr bike û berçavên wî jî, rohin û xuya bike. Lê divê berhemên nivîskarî, ne mîna raport, gotarên siyasî û nisîhet û þîret bin. Carna hindek helbestên wî, ji xana edebî derdikevin û riya xwe winda dikin. Sedemên wê çendê jî, ew in ku, ew dixwaze bi zûtirîn dem û bi kurttirîn rê, mebestên xwe bigehîne xwendevanî. di hindek helbestan de, dubarekirina mebesta xuya dibin, wek: (Helbesta Tiropkî Þeydayî. Helebce Xezzey Xemnak e, rûp 44.) û (Helbesta Reþbîn. Haje, rûp 7.) Her wesa ji aliyê naverok û formê ve, sist û lawaz in, wek: (Helbesta Çend Pirsiyarên Asan. Helebce Xezzey Xemnak e, rûp 17) û (Helbesta Nemam. Le Sayey Çeqo da, rûp 39)

Zimanê wî sivik, xweþ û rewan e. Hevokên wî, bi hêz darêjtîne û ferhenga wî dewlemend û paqij e. Ew bi zimanekê cemawerî dinivîse pirraniya xwendevana bi hêsanî di mebestên wî digehin. Kêþa helbestên wî bi selîqa tiliyan deynayne û serwa jî, bi rêk û pêkî xemlandîne û mosîka wan jî, guhên mirovî naêþîne.

Hemeseîd Hesen, di sala 1950 ê de, li bajarê Qeredaxê, ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye, ji dayik bûye. Di sala 1969 ê de, piþka mamostatiyê bi dawî aniye. Di sala 1969 ê de, dest bi nivîsînê kiriye û berhemên xwe di kovar û rojnamên kurdî de, belav kirîne. Ew ne bes helbestan dinivîse, belku rexnegirekê xwedan taqet û þiyanên bilind e û heta niha, çendîn pirtûkên bi nerx û serketî jî çap kirîne. Helbestên wî hatîne wergerandin bo zimanê erebî, farisî, swêdî û elmanî jî. Sernivîskarê kovara Xermane bû. Ew di sala 1978 ê de, bûye endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd, li Kurdistana baþûr. Helbestên min di vê lêkolînê de, bikar anîn, ji tîpên erebî û kurmanciya jêrî(soranî) wergerandîne kurmanciya jorî. Mebesta me ew e ku, xwndevan bi dirustî di berhemên wî bigehin û ji nêzêk, serbûrên jiyana wî ya pirr asteng û derdeserî binasin.

Heta niha wî ev berhemên jêrî çap kirîne:

1. Tavge û binar. Helbest, Bexda 1978.
2. Þiir helwêst e. Rexna edebî, Silêmanî 1978.
3. Wiþekan degerênewe medarî xoyan. Rexna edebî, Bexda 1979.
4. Þepolî þeqam. Helbest, kurdistana baþûr 1987.
5. Semay gulale sûre. Helbest, Swêd 1987.
6. Ba swêskey þiir be þeware nekewê. Rexna edebî, Yekgirtin 1988.
7. Helebce xezzey xemnak e. Helbest, Swêd 1989.
8. Le sayey çeqo da. Helbest, Swêd 1990.
9. Mêjûy Swêd. Werger, Swêd 1991.
10. Nawerok û þêwe le çîrokî kurdî da. Rexna edebî, Swêd 1992.
11. Cugrafyay Swêd.Werger, Swêd 1992.
12. Sebaret þiirî hawçerxî kurdî. Rexna edebî, Swêd 1992.
13. Çawþarkê. Çîrokên zarokan, wergêran, Swêd 1993.
14. Pepûle payîze. Helbest, Swêd 1993.
15. Yekêtî nûseranî kurd çî be ser hat? Rexna siyasî û bîranîn, Swêd 1994.
16. Goraniye balnekirawekan. Rexna siyasî û bîranîn, Swêd 1994.
17. Haje. Helbest, Swêd 1996.

*******************************

Ev e jî çend helbestên wî ne, me wergerandîne kurmanciya jorî.

Xwe li qurçeka avê nade.

Dema bi pêngavên bi lez
Ber bi sêdarê diçin.
Mirin ji we ditirse û
Cendirmên mirinê direvin.
Di wî demî de, marê tirsê li milê wan aliyaye.
Çaverê mirinekê ne, demek e bo wan deynaye.
Bo nizanin
Welatê birs û agirî ji niha pê ve
Her zarokekê wan Mehcubek e wê bi rê ve?
Bo nizanin
Yê destê xwe bêxe ber qirika hetavê,
Li jêr tîrêja bi hêza gelî
Ew þêrebefrîne û dê helyête ve.

Li Erjentînê
Du xortên xwîngerim û aza.
Ji piþt ve gullên dijminî simtin
Dema diruþmek dihelawîstin ku
Hejaran bigehînin nan û daxaza.
Li vêre, lihiya xemeka erinî
Hêriþ bo dilê min dibir û dida ber geza.

- Dizanin kî evîniyê di gel kewî dike?
- Kopê berfîn.
Ava kaniyê.
Ew dikarin: Kewî ji berfê
Kewî ji kaniyê cida bikin
Tevaya kewên dengxweþ veguhêzin û dûr bikin.
Lê kopê bilindê berfîn
Heta gokazemîn bizivire
Neku dê her li cihê xwe mîne
Belku; dê kewên nû li dûr civin û semayê kin.
Kewê ji çiya dûr be
Wê evîna kanî û berfê pêtir di dilî de be.

Bo nizanin
Ew torkê li bin destên min tenaye.
Xemên hemî tepeserên cîhanê têdaye.
Bo nizanin
Ewê nasîna kovanên hemî cîhanê helbijêre.
Deryayek e
yekem çem dê xemên xwe bibe jê re.

1976
************

Bajarê stêngaye û aziryaye.
Her xwendkarê xwendingeha Hêtleriye
Girrê wî li vî cihî alyaye.

Stêngên har
Bi vî sinûrî jî razî nabin
Bapîrê wan nexþe kêþaye.
Li cem wan weye:
Dîrok erebaneye û bi arezûya wan
Dê bi paþ de çit û ev kare rewaye.

Ey bajarokê min yê biçûk:
Rojê bi dehan
Mejyê xortan
Dikeye pêxarina marên ser milê Zehakî
Û her têr nabin.
Ey marên ser milê Zehakê nû:
Wê rojek bê,
Bi qasî bilindbûna Helgurdî
Bi qasî paniya Þarezûrê
Dê di qirrika axayên we de, asê bin
Trarê bajarê min fireh e
Belê bila sed hind firehtir be
Wê rojek bê û pirr bibe.
Wê rojek bê û pirr bibe...

1977.

* Xezze : Bajarekê ereba ye li Felistînê. Li wêrê zarokan polîsên Israîlê kevirebaran kirin.
* Soyoto : Bajarekê Afrîka jêriye, xelkê wî þoriþgerin û di gel Mandêlay xebateka gerim dikirin.
* Helgurd : Bilindtirîn çiyayê Kurdistana baþûr e, li nêzîk bajarê Qeladizê ye.
* Þarezûr : Deþteka aviye û pirr bi deramet e, li nêzîk bajarê Helebce ye.
* Dokan : Derya ye û her wesa navê bajarekê ye li devera Silêmaniyê.
* Stêng: Sêw, moz, Ji mêþa hingiv mezintir e.

*************

Tovê vulkaneka nû direþînî.

3
Min li bîre dema te digot:
Tewalekîn, kehî nabîn li çi warî.
Lewre dema kunda çeper
Kire hêlîn û dengê nexweþ barî.
Te doþekeka kevin daquta,
Cilên xakî kirine berxwe bi dildarî.
Pirtûkeka sûr bi sîngê xwe ve þidand
Asinekê agirînî deyna ser þîtkê û çûy bi hewarî.

4
Ey Aramê giyanê Yusif
Koça te, pêngava yekeye, seretaye.
Koça te, dubarekirina þehîdbûna
Kenefanî û Gîvara ye.
Koça te, herifandina çiyayekê bû
Çaverêy vulkanekê dikir
Ji riha ve Îraq hejandibaye.

5
Hemî salê dema rojjimêr
Roja dawiyê ji yekemîn meha salê dixemlîne.
Çi karker û hiþyarê Îraqê heye
Bi serê rêz ve,
Bo Tengîserê xwe diçemîne.
Ey Tengîser
Tu jî qerzarê Þaswarekê yî, bibîne.
Navê te bi tîpên agirîn
Di bîranînên þoriþgerên cîhanê de dinexþîne.

1979

* Aram : Sekreterê Komela Rencderanî Kurdistanê bû, di roja 31.1. 1978- an de, li gundê Tengîser, devera Qeredaxê þehîd bû.
* Yusif: Anku Fehed, sekreterê Parta Komonîsta Îraqê bû. Di sala 1949-an de, Hukumeta Îraqê li sêdarê da.
*Kenefanî : Þoriþgêr û nivîskarekê bi nav û dengê Felistînî bû. Li Lubnanê hate þehîd kirin.
* Þaswar : Navê dirustê þehîd Aramî bû.

***********

Awazê wê vehandiye.

Ew þeraba di perdaxê kirîstal de dinoþî
Ked û xuha eniya hevalê min yê karker e.
Ew tîrêja ristika mirariya
Li ser mêrga gerdena paqija te
Bi tenahî bêhin veday
Birisqêna giyanê sotiyê hevalê min yê karker e.

Têkeliyên te û jiyana bêerk û hêsan
Encamê dostaniya mukuma karker û westiyanê ye.
Pêkenîna ji hinavên te derdikeve û dire
Ber bi esmanê sahiyê bextiyariya te difire
Qirrqiçîna hinavên hezaran hejara ye.

Dema bi þev dest didiye
Gerdena xeweka kûr û bê xem dirazêy
Her karker e guhê xwe dide teq û hurra amêra.
Her karker e narazê wek stêra.

Ev e wiþþêna rûbari ye?
Yan riya ber bi amancên kirêkari ye?

1979
**************

Dê gehînit mizgîniyê?
Her hespê hûn lê siwar nebin
Dê zînê xwe avê.
Ne siwarî razî dike û ne jî
Devî sist dike ji bo lixavê.
Karwanê hûn pêþeng nebin,
Nagehe mebest û wî erdî.
Kaniya hûn coka ji bo nekolin,
Nagehe gundî.

Hejarîno:
Ewê rêwiyê karwanê we nebe
Gunehkar e.
Ewê êzinkê koçkê we nebe,
Gunehkar e.
Dema di çemê caddê de, pêla didin,
Ewê dostê caddê nebe, gunehkar e.
Dema lihiya we ber bi kela
Neviyên Nîronî diçe
Ewê hêvênê hêriþa bi sehm nebe,
Gunehkar e.

1981
*************

SINEWBER

1
Ho ciwamêrê Girê Yarê
Agehdar bûy, vê buharê jî
Carek din,
Sîngê keçan metal bû
Bo þêlkên barana gullan?
Agehdar bûy,
Leþkerê xwînmij,
Yê berbûye laþê vî bajarî û hemî cihan?
Agehdar bûy,
Xortên hêja, li caddên bajarî
Þeytan dane ber kiviran?
Agehdar bûy,
Coka xwînê, ji binarê Seywanî re
Bi lez dihat, ber bi bajar?
Çavên zarokan nîþanbûn bo
Hêriþa Xertelê har.
Ho ciwamêrê Girê Yarê
Ho Pîremêrd: Agehdar bûy,
Gerden ne ditirsa ji kêrê
Agehdar bûy,
Kela wireya Daye Amîn.
Bilind bû mîna kopê Sefîn.?
Agehdar bûy,
Tak û çiqên serê bilindê Sinewberê
Gehiþtibû beramber ewrî û dikir qêrîn.
Hezaran miþar û tevir
Bi bejna wê ve westiyan û ne birrîn.

2
Dema xwendkarên xwîngermên vî welatî
Dibînî
Sîngê caddê girtiye.
Xencera debana tolvekirinê
Kêlan hêlaye û hatiye.
Dema dibînî
Çiyayê bilindê sîngê keçan
Ji þêlka fîþekan natirsin.
Paþ bakuzîrkê
Dar, qamçî, þeq û þap
Rondikan ji çavên zarokan na barînin.
Dema dibînî
Hevalên te delîvê nadin
Neomêdî dava vede bo wira zehmetkêþan.
Delîvê nadin
Dara hêviya karkeran bê birrîn,
Bi tevirê daxazên çewsîneran.
delîvê nadin
Hêriþa Dînasorên serdemî
Dîroka agirîna gelekê jê bibin.
Dema dibînî, hevalên te
Divên ewrên xema birevînin.
Silavê bo çiyay,
Maçê bo çemî,
Zimanî bo devî,
Bo gundê dêrînê xwe, cotkar vegerin.
Dê ji xweþiya, mezarê xwe hêlî û
Di behiþta bextiyaryê de þahiyê kî Sinewber.
Dê di gel hêza tem û mijê
Þerî kî Sinewber.
Dê himbêza dilê xwe bo zarokê bextiyariyê
Vekî û xatirê ji azar û rondika xazî Sinewber.

3
Li min bibûre ku, nikarim
Helbestekê bêjim
Hêjay bejna te be.
Eger helbestek,
Her rêzek Elhoyek be.
Her tîpek pelek be.
Hêþta destê wê nagehe dehmena te.
Geþtir nabe, ji dilopeka
Xwîna sûra rijyaya te...

1982

*Girê Yarê : Gora qaremanê kurd Mame Yare, Pîremêrdê helbestvan û
gelek navdar û jêhatiyên kurd di wî girî de, veþartiye.
* Seywan : goristaneka bi nav û deng û mezin e, li bajarê
Silêmaniyê.

Sinûran deyne û bikuje hêviya?
* * *
Ez dizanim
Bêder çend ji agirî ditirse
Masî ji torrê
Sofî ji Xudê
Þeva tarî ji rojê
Lê kî heye bizane
Dilê leþkerê burjuwa
Çend ji tîra bîr û bawerên te tirsa bû?
Lê kî heye bizane
Lihiya þiyan û deselata çewsîneran
Çend ji dîwarê kîna te behitî bû.

3
Dêmê te. Çemekê bêdeng bû
Hinavên te. Vulkaneka mezin bû
Lêdana dilê te. Zengila hêriþê
Sirinca te. Çirayê þoriþê bû
Dengê te. Sirûda serhildanê bû
Pêngavên te.
Evîndar û þeydayê þopa Lenînî bû
Heval ku tu bi vî rengî bî,
Serê te berz e.
Çewan giþt dezgehên sitemê,
Li ber kela wireyên te
Mîna þengebiya nalerz e?

4
Rindtirîn gul, ew e
Jinek sîng û berê xwe pê bixemlîne.
Ciwantirîn dar, ew e
Sîbera wê bibe cihê jivanê
Du evîndara bihewîne.
Xweþtirîn nan, ew e
Bigehe destekê zivir û birsê birevîne.
Ciwantirîn helbest, ew e
Þitla hêviya di mêrga bêomêda de biçîne.
Ciwantirîn dîmen jî heval
Yê þoriþgêrekê wek te ye, li çiyayekê wireya
Pêngava ber bi mirinê diþidîne.
Sirinca asoya sûr, dide û
Bi reþekê mirinê xwe dikenîne.

5
Dizanim berî yekem sînahiya hetavê
Mizgîniya rojeka nû bîne.
Marê mirinê,
Dê xwe di çinara bejna te alîne.
Lê dema berhingarî mirinê dibî,
Bejna mirirnê hindî pêlava te xwe diçemîne.

6
Tarî û ronahî
Dema te pên xwe danane ser
Yekem peyiska xeleka werîsî
Teyrê sirûdeka nemir,
Di esmanê hizrên te de firrî.
Fîþeka dengê te,
Cergê bêdengê zîndana Musil birrî.
Heta bêhna te ya dawiyê
Ji dara siyên te duda bû
Te her digot:
( Rabin ji xewê gelî bendî û birsiyên cîhanê
Ey ewên salê duwazde meha dibirsî li kolanê.)

7
Jiyana te, kengî dest pê kir?
Yekem pêngava xebat û têkoþan.
Yekem berhingarbûna çewsîneran.
Jiyana te, kengî bi dawî tê?
Karwanê vê pirsê qet nagehe cê.

1983

* Las û Xezal: Du evîndarên kurd bûn.

************

ÇEND RÛPELEK JI DEFTERA DILÎ

Ey zarokên kevir di destan:
Berî hevdu bibînîn bi çavan.
Yekemîn kevir, yekem nûçe
Min hûn viyan.
Evîna we:
Ji berfa ser kopê Qendîlî paqijtir e.
Þerê hewe:
Ji tevaya rûpelên dîrokê geþtir e.
Evîna we, pêþemanî li pey nîne
Ger di vî þerî de þkestin
Ez dê bêjim: Xudê nîne.

Erê berê
Kevir li Felistînê nebû!
Yan jî çiyayê wireya zarokan
Deþt bû.
Evê carê birûskek bû, agir berda welatekê.
Þeva Qedir, serê xwe biçemîne carekê.
Her ew þev li cem min bilinde
Di nav davên tîrêjê de,
Li ber çavên zîqên Qertelekê de
Komeka stêra bo melbendê
Sîlava xwînê û kaniya birîna bifirrin.
Rasparda Xudê bigehînin zarokan.
Nama agirîn bibin bo hejaran.

Ey zarokên Felistînê
Yê carekê
Derya bawerî û çiyayê wireya û
Hêriþa we dîtî
Guman ji wê nemaye
Her çi serokê ereb heye
( Ji Qabûsî û heta ew generalê
Dimire û nabe helbestvan)
Her çi amêrên çekê nû yê þerî heye
Beramber keviê hêjayê nav lepên we
Goleka pîs e û qunêreka nepeqiye.

1988

* Qendîl: Çiyayekê bilind û asê ye, dikeve nava kurdistana jêr destê
Îran û Îraqê.
* Qabûs: Sultanê Umanê ye ku, dikev kendavê.

*************

STÊR

Ji Þarbajêrê sext û asê.
Ji binarê Segirmey,
Dema çend mîla ji dilê Kurdistanê
Dûr diketim, bê min bivê.
Hemî þevê: Çirayên esmanê Silêmaniyê
Kaniya þêliya dilê min geþ dikir.
Sirinca min, her li cem wê ronahiyê bû
Heta çavên min diwestan û xewê dilê min dibir.

* * *
Niha dûrim
Dîtina ronahiya ser esmanê bajarê min
Dûrtir e ji mehalê
Li ser agirî, guh veçinîme ji bo nûçeyekê.
Ne diwêrim:
Telefonê bo nasekê bikim
Ne dikarim:
Nameka çav bi rondik binêrim
Niha bi þev, li vî welatê
Di tem û mijê werbûy, her dem û gav.
Dema esman sahî dibe
Hemî endamên laþê min dibine çav.
Di esmanê berfireh de, winda dibim
Bi çavên xwe yên westiyay
Li stêreka geþ digerim
Ta di xodîka çavên wê de
Silêmanî, dar û kevirên hemî Kurdistanê bibînim.

1990

ÇAVKANÎ

1. Rojnama Serdemê Nû. Hejmar 40.
2. Pirtûka biyaniyan. Ji weþanên pirtûkxana giþtî li Swêdê. Hejmar 13, rûp 88.
3. Her ew çavkanî. Hejmar 19, rûp 90.
4. Dîwana Helebce Xezzey Xemnak e. Swêd 1988, rûp 6.
5. Her ew çavkanî, rûp 10 - 12.
6. Kovara Nûserî Kurd. Hejmar 1, sal 1990, rûp 73.
7. Hemeseîd Hesen. Sebaret Þiirî Hawçerxî Kurdî, lêkolîn. Swêd 1992, rûp 150.
8. Dîwana Tavge û Binar. Bexda 1978, rûp 47.
9. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 42 - 43.
10. Hemeseîd Hesen. Sebaret Þiirî Hawçerxî Kurdî, lêkolîn. Swêd 1992, rûp 150.
11. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 31 - 32.
12. Dîwana Le Sayey Çeqo da. Swêd 1990, rûp 52 - 54.
13. Dîwana Semay Gulale Sûre. Swêd 1987, rûp 7 - 13.
14. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 64 - 68.
15. Dîwana Semay Gulale Sûre. Swêd 1987, rûp 20 - 23.
16. Dîwana Le Sayey Çeqo da. Swêd 1990, rûp 7.
17. Her ew çavkanî, rûp 55.
18. Dîwana Helebce Xezzey Xemnak e. Swêd 1988, rûp 34 - 38.
19. Dîwana Le Sayey Çeqo da. Swêd 1990, rûp 8.
20. Dîwana Pepûle Payîze. Swêd 1993, rûp 5.
21. Hemeseîd Hesen. Sebaret Þiirî Hawçerxî Kurdî, lêkolîn. Swêd 1992, rûp 142.
22. Dîwana Pepûle Payîze. Swêd 1993, rûp 11 - 12.
23. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 16 - 17.
24. Dîwana Pepûle Payîze. Swêd 1993, rûp 42 - 43.
25. Dr.Izzedîn Mistefa Resûl. Þiirî kurdî, jiyan û berhemî þairanî, beþî yekem. Bexda 1980, rûp 40-41.
26. Dîwana Pepûle Payîze. Swêd 1993, rûp 45-46.
27. Dîwana Semay Gulale Sûre. Swêd 1987, rûp 24 - 28.
28. Dîwana Pepûle Payîze. Swêd 1993, rûp 50.
29. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 7.
30. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 18 - 19.
31. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 21.
32. Dîwana Haje. Swêd 1996, rûp 22.
 
*********************************

Ta första steget Varför inte skicka en Virtuell Kyss till någon du gillar?

Hit Counter ãíæÇä ÆÉã ÈÇÈÉÊÉí ÎæÕäÏÄÊÉæÉ