Di roja 31.03. 1947an de Pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Ebulqasim Sedrî Qazî û pismamê wî Mihemed Husênxanî Seyfî Qazî li qada Çiwar Çira li bajarê Mihabadê bi destê dagîrkerên Îranî hatin îdamkirin. Herwiha piştî vê kiryara hovane 21 kesên din ji birêveber û xebatkarên Komara Kurdistan li deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê bi destê mêrkûjên rejîma Pehlewî hatin şehîd kirin.
Çaxê Pêşewa Qazî Mihemed di roja 22.01.1946an de Komara Kurdistan ragehand, sond xwar ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê yê ji bo doza Kurd û Kurdistanê wefadar bimîne. Ew di çaxekî da ku ji aliyê dadgehek leşkerî ve bi wê hindê dihat tawanbar kirin ku xwestiye Kurdistanê ji Îranê cuda bike û dewleteke Kurdî ya serbixwe damezrîne, Pêşewa bi bilindtirîn radeya mêranî û azayetîyê ve li ser bîr û baweriyên xwe rawestiya û li gor gotina parêzerê wî ku ew bi xwe jî ji aliyê leşekrê Îranê ve bi darê zorê ji Pêşewara re mîna parêzer hilbijartibûn, digot:“ Mehkeme nebû ku Qazî muhakime dikir, belkî Qazî Mihemed bû ku dadgeh, muhakime dikir“.
Pêşewa di kêlîyên herî dawî yên jiyana xwe da got:“ Hûn Mihemedekî dikûjin, lê piştî min bi hizaran-hizar Mihemedên din durist dibin û yê li ser mafê rewayê gelê Kurd xebatê biken“.
Gotina Pêşewa ya dawiyê dûrişma:“ Bijî Kurd û Kurdistan “ bû.
Ez di vê rojê da silavên xwe li canê paqijê hemû wan xwîşk û birayên xwe dikim ku canê xwe fîdayê gel û azadîya niştimana me kirin.
Em di çaxekî de roja şehîdbûna Pêşewa û hemû şehîdên din yên doza Kurdistanê bi bîr tînin ku pêvajoyek bênimûne ji bo gelê Kurd pêk hatiye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê piştî ku hêzên sereke û hemû hizbên niştimanî hev û din girtine û gelê me di vê perça Kurdistanê de nêzîke ku mizgînîya azadiyê bide hemû netewa Kurd.
Li Bakurê Kurdistanê jî gelê me şiyar bûye û ji bo gehiştina bi mafê xwe yê diyarkirina qedera siyasî di xebatek bêrawestan de berdewame.
Ez di vê roja girîng û dîrokî de ji hemû partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dawa dikim ku ji azmonên Başûrê Kurdistanê dersê bistînin û destê xwe bêxin nava destê hev ji bo bi destxistina xweziyên gelê Kurd yên dêrîn ku azadiya hemû Kurdistanê ye.
Em şahidê vê rastiyê ne ku xwîşik û birayên me li Bakurê Kurdistanê bi sed hizaran kes di pîrozkirina cejina Newrozê de de li dora hev dicivin û li ser wê hindê de ku ew di bin zext û zordariyeke gelek giran û zêde ya dagîrkerên Tirk de ne jî, nêzî du milyon kesan dengê xwe dan HADEPê û 46 şaredar li herêmên bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin. Di warê siyasî de ev xalek girîng û serkeftinek mezin bû.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelê me bi serokayetiya Hizbî Dêmokratî Kurdistan(HDK) li ser xebata xwe ya azadîxwaziyê berdewamin. Rijîma xwînxwara Komara Îslamî keç û xortên xebatker yên HDK û Komelê bi berdewamî îdam dike, lê gelê me jî li hemberî van zordarîyên rijîma serkûtkera Îranê serê xwe natewîne. Em şahidê vê rastiyêne ku gelê Kurd kariye bi zor û zehmeta xwe di hinek warên çandî û rewşenbîrî da pêş bikeve û nûnerên Kurdan yên hilbijartî di parlimanê de gelek bi şiyarî li ser hinek daxwazên gelê Kurd yên rewa disekinin.
Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî gelê me hişyarbûna xwe ya siyasî –civakî ji bo doza Kurdistanê berfirehtir kiriye û ez di wê baweriyê de me ku ger hizbên Kurdî di vê para Kurdistanê de hevgirtinekê di navbera xwe de pêkbînin û xebatê biken, dikarin ji vê dema ku niha têdene, bêtir û zêdetir ji bo parastina mafên gelê me bi xer û bêr bin.
Bi wê hîvîyê ku gelê Kurd li her çar perçên Kurdistanê bigehin xweziya xwe ya dêrîn ku ji bo vê armancê heya niha bi sed-hizaran şehîd dane.
Silav li canê paqijê hemû şehîdên doza Kurdistanê.
Bijî Kurd û Kurdistan.
Elî Qazî(Kurî Reş)
28.03.003 Almaniya